
PeyamaKurd – Deriyê sînor yê navbera Rûsya û Gurcistanê yê bi navê Vladikavkazê piştî şerê di navbera Rûsya û Ûkrayna de gelek qelebalix bûye û ji ber şer, ev derî ji bo çûnûhata TIR ên Tirkiyê baştire. Lê li ser sînor bi km yan alav li pey hev rawestiyane.
TIR ên ku ji aliyê Rûsya de tên, bêhtir zahmetiyên wan hene û ji bo Rûsyayê derên, heya 40 rojan disekinin. Li gor ragihandina ajotvanên alavan, polîsên ser sînor çûnûhatê zahmet dikin û eger bixwazin dikarin di nav hefteyekî de wê qelebalixê çareser bikin.