image

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Taywanê ragihand ku li dora Girav a Taywanê (Taywan bi xwe giravekiye) 17 balafirên şer û 5 keştiyên şer yên Çînê hatine dîtin. 10 balafir çûne aliyê Buhira Taywanê ku seha bergiriyê ya Taywanê ye, çûne ber bi başûrê rojhilatê wê de. Di ragihandinê de hat gotin ku alavên Çînê yên hewayî û deryayî ji aliyê alavên şopandinê yên Taywanê de, hem bi balafirên dewriyê, keştî û carna bi sîstemên fuzeyan hatine şopandin.

Piştî seredana seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi, Çînê ji bo 10 rojan li dora Taywanê dest bi tetbîqatan kiribû û nerazîbûna xwe ji bo seredana Pelosi diyar kiribû.

Çîn Taywanê perçeyekî ji axa xwe qebûl dike, naxwaze Taywan di NY de û di asta dinyayê de weka dewletekî serbixwe tevbigere.