.jpg)
PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê li devera Police Linesê, di wexta limêja nîvro de êrîşê bombe xistin mizgeftekî ku tê de 300 kes hebûn, ji wan 59 kes mirin û 157 kes jî birîndar bûn. Piraniya kuştî û birîndaran polîsin ji ber tax jîngeha kar û warên polîsaye. Dibe ku jimara miriyan zêdetir bibe.
Rêvebirê asayîşa Peşawerê Muhammed Îcaz Xan, ragihandiye ku piştî teqînê banê mizgeftê roxiyaye û ji bo rizgarkirina ew kesên ku di bin enqazan de mane, xebata rizgarkirina wan dewam dike. Lêpirsînê dikin bê çawa ew mizgefta ku li devera polîsa ye, bombayê çawa xistine hundirê mizgeftê.
Yek ji fermandarê Talîbana Pakistanê (TTP) yê bi navê Sarbakaf Mohmand, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye ku êrîşê wan kiriye û bi vê êrîşê tola fermandarê TTP ê yê Omer Xalid Xorasanî (Abdul Wali Mohmand) ku di tebaxa 2022an de hatibû kuştin sitendine.
Êrîş di wexta ku wezîrê karên derve yê Pakistanê Rûsyayê ziyaret dikir de çêbû. Serokwezîr Şahbaz Şerîf di ser hesabê xwe yê Twitterê de êrîşê şermezar kir û got ku wê tevgerên tund bikin ser ew kesên ku li pişt vê êrîşê ne. Şerîf, piştî bûyerê seredana Peşawerê kir, birîndaran ziyaret kir û li ser rewşê agahiyan sitend.