image

PeyamaKurd – Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 237 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa koronayê mirin û 50 hezar û 678 kes jî pê ketin.

Di tabloya 11ê Nîsanê ya Wezareta Tenduristiya Tirkiyê de hat ragihandin, di nav 24 saetên dawî de, 237 kesan ji ber vîrusa koronayê can dane, 50 hezar û 678 kesên din pê ketine ku ji wan 2 hezar û 548 kes wekî nexweş hatine tomarkirin.

Bi van amarên dawî re hejmara mirinan gihîşt 33 hezar û 939 kesan, ya pêketiyan bû 3 milyon û 849 hezar û 11 kes.

Herwiha li gorî tabloya îro 30 hezar û 194 kes baş bûne û hejmara nexweşên giran jî gihîştiye 2 hezar û 824 kesan.