
PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Swêdê, hişyarîya êrîş û çalakiyên dijî Swêdê da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê.
Wezareta Derve ya Swêdê di daxuyaniya hişyariyê de gotiye: “Ji hemwelatiyên Swêd ên li Tirkiyeyê tê xwestin ku dûrî cihên qelebalix bisekinin û geşedanan bişopînin.”
Herwiha wezaretê daye zanîn ku ew pêşbînî dikin li nûnertiyên wan ên li Enqere û Stenbolê çalakî bêne kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî şewitandina Quranê li ber balyozxaneya Tirkiye ji aliyê siyasetmedarê rastgirê tundrew Rasmus Paludan ve li Stockholmê, ji aliyê Tirkiyeyê ve bertekên tund hatibûn nîşandan û ew kiryar hatibû protesto kirin.
Paludan piştî Stockholmê duh jî li paytexta Denmarkê Kopenhagê careke din Quran şewitandibû û rexne jî li Erdogan kiribûn.
Piştî van bûyeran jî serdana Wezîrê Berevaniya Swêdê Pal Jonson a bo Tirkiyeyê hatibû betalkirin.