image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström, ragihand ku ji bo hevdîtinên ligel Tirkiyeyê yên ji bo endamtiya NATOyê navber hatiye dayîn.

Billström herwiha got ku ligel rawestîna hevdîtinan jî hikûmeta Swêd hêvî dike ku di havîna bê de bibe endama NATOyê.

Wezîrê Swêdî da zanîn ku ew pêşbînî dikin, di Lûtkeya NATO ya 11-12ê Tîrmehê ku li paytexta Lîtvanya Vilniusê pêk tê, endamtiya wan a NATOyê pêk were.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî şewitandina Quranê li Stockholmê ji aliyê rastgirê tundrew Rasmus Paludan ve, ragihandibû ku bila Swêd ji bo endamtiya NATOyê li benda piştevaniya wan nemîne.