image

PeyamaKurd – Xelkê herêma Siwêda ya Sûriyê ku sala 2011an çiraya şoreşê vêxistibû, ev 39 roj in ji bo pêkanîna madeya 2254 a Neteweyên Yekbûyî bo çareseriya krîza Sûriyê xwepêşandanan dike.

Xelkê Siwêdayê xwepêşandanên xwe didomîne û di 39emîn roja destpêkirina xwepêşandanan de, cardin banga pêkanîna biryara 2254 û têkoşîna ji bo wê kir.

Di xwepêşandanan de, xelk banga azadiyê û mafên xwe yên rejîma Sûriyê binpê kirine tê kirin.

Di pankartên xelkê Siwêdayê de diruşmên wekî; “2254 gendekaran ditirsîne”, “Nedize hikumet” û “Tê kengî fêm bikî ev welatê me yê tu kontrol dikî, ne welatê te ye û em lê dijîn”.