image

PeyamaKurd – Şêwirmenda serokê dewleta Sûriyê ya Beşer Esed, Bûseyna Şaban sedema krîza petrola li Sûriyê Amerîkayê nîşan da. Şaban, ji bo medya Çînê ji bo CGTN ê axifî û got ku Amerîka naxwaze li herêma Ereb ti welatekî bibe xwediyê biryara xwe. Lewra Amerîka li Sûriyê grûbên terorîst yên li Tirkiyê destek kir. Şaban got:

“Amerîka hêzekî dagirkere. Petrol, zad û serweta Sûriyê didize. Ev ji bo welatekî mezin yê weka Amerîka şerm e.”

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA Amerîkayê sûcdar kir ku di rêyên neqanûnî de çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê dibe derveyê welat. Lê Amerîka dibêje ku ew petrola Sûriyê ji IŞİD ê diparêze. SANA dibêje:

“Hêzên Amerîkayê petrola ku ji bîrên rojhilatê Sûriyê û Rojava dertê, di deriyê Mehmûdiye de dibe Iraqê ji bo baregehên xwe. Di sala 2022 an de 7 konwoyên mezin yên ku petrola Sûriyê dibirin Iraqê, di dîmenan de hatine dîtin.”

Wezareta karên petrol û Madenan ya Sûriyê di ragihandina xwe de dibêje ku petrola Sûriyê ji % 80 yê wê ji aliyê hêzên Amerîkayê de tê talankirin. Wezaret weha dibêje:

“Li Sûriyê rojane 80.300 varêl petrol tê hilberîn. Tenê 14.200 varêl şandin rafîneriya dewletê. Ev jî tê vateya ku % 83 petrola welat wenda ye.”

Rêvebirên Amerîkayê dibêjin ku ew bîrên petrolê ji IŞİD ê diparêzin û rêxistin ji sala 2015 an heya niha her meh ji firotina petrola Sûriyê 40 mîlyon dolar qezenc dike. Berdevkê Pentagonê John F. Kirby radigihîne ku li herêmê niha 900 leşkerên wan hene û wezîfa wan ew e ku bi HSD ê re li hemberê IŞİD ê têbikoşin û weha dewam dike:

“Eger pêwist be, ji bilî erka ku me daye xebatkarên xwe, xebatkarên wezareta bergiriyê ya Amerîkayê û xebatkarên bi peyman, desthilata wan tineye ku têkilî karên şîrketên ku petrolê bipêşdixin û xebatkarên wan bibin.”

Li gor malpera Îngîlîz ya bi navê "British Petroleum"ê; li Sûriyê di sala 2008 an de rojane 406 hezar varêl petrol dihat hilberandin.

Niha li sehayên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de, li Hasekiyê li Swedîkê rojane 116 heza varêl, li Rimêlan 90 hezar varêl, li Omar a Dêrezorê 80 hezar varêl û li Tenekê 40 hezar varêl petrol tê hilberîn.