image

PeyamaKurd - Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike, li Stenbolê li ser mijara daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu yên derbarê ‘lihevkirina bi Esed re’ û protestoyên li dijî wê daxuyanîyê û hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad civînek li dar xist.

Hat ragihandin ku di civîna doh 13ê Tebaxê de, baskê siyasî yê Itilafa Opozîsyona Sûriyê, gotinên Çavuşoglu yên bûne sedema protesto û xwepêşandanên dijî Tirkiyê li herêmên kontrola opozîsyonê hatin nirxandin.

Piştî civînê ti daxuyaniyek nehat dayîn, lê beriya civînê Îtilafê li ser mijara protestoyan daxuyaniyek dabû û hişyarî dabû xelkê alîgirên opozîsyonê ku alên Tirkiyê neşewitînin.

Herwiha hatibû gotin, armanca wan a sereke ruxandina rejîma Sûriyê ye, lê ew bi Tirkiyê re tim li ser xetê ne û daxuyaniyên hatine dayîn jî wekê daxwaza bicihanîna biryara 2254ê ya Neteweyên Yekbûyî û veguhestina siyasî ya giştî dinirxînin û ji bo dadgehkirina Esed ji ber tawanên heta niha kirine, dixebitin.

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pêncşema borî 11ê Tebaxê li paytexta Tirkiye Enqereyê li Konferansa Balyozan gotibû, wî ji destpêka krîza Sûriyê ve cara yekem li paytexta Sirbistanê Belgradê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re li ser lingan sohbeteke kurt kiriye û diyar kiribû: “Divê em bi awayekî opozîsyon û rejîma Sûriyê li hev werînin, heke na aştiyeke mayînde pêk nayê.”