image

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê bang kiribû ji bo Yekîtiya Gumrikê ya bi Awrûpayê re nûjen bikin û ji bo di vîzê de hêsankarî bikin, pêngavan bavêjin. Wezîrê xezînê û darayî yê Tirkiyê Mehmet Şimşek jî got:

“Em ji rapora ‘YA-Tirkiyê ya siyasî û rewşa têkiliyên bazirganî’ razî ne. Tirkiye û YAyê bi hev re bin, xwurttirin. Em dixwazin Tirkiyê bi YA re bi saxlemî girêdin.”

Nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê û ji karên derve yên YAyê berpirs Josep Borrell û endamê komisyona ji cîrantî û firehbûnê berpirs Oliver Varhelyi, li Brukselê di avahiya komîsyonê de rapora di derbarê têkiliyên YA-Tirkiyê peşkeş kir. Di raporê de pêşniyara hêsankariya vîze û nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê hebû.

Şimşek ragihand ku tedbîrên ji terefê komisyon û nûnerê bilind de hatin pêşniyarkirin, nîşanên pêşdeçûna erênî ne.

Wezîr Şimşek, banga destpêkirina diyalogên Tirkiyê-YAyê yên di derbarê aborî, enerjî, gihandinê de, civînên nîvcû yên konseya hevkariyê û di asta bilind de civînên siyasî bên dewam kirin, hevdîtinên nûjenkirina YA-Tirkiyê yên Yekîtiya Gumrikê, destpêkirina xebatên Banka Veberhênanê ya Awrûpayê li Tirkiyê, karsazên Tirkiyê yên li YAyê, xwendekar, rakirina astengiyên vîzeyan yên hemwelatiyên Tirkiyê û endamên malbatan, kir.