image

PeyamaKurd – Li ser daweta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, wê serokwezîrê Pakistanê Muhammed Şehbaz Şerîf di 25-26 ê mijdarê de ji bo 2 rojan seredana Tirkiyê bike. Wê her dû lîder keştiya hêzên deryayê ya Pakistanê ya ku ji 4 keştiyên Milgem Korvetê ya 3em ya PNS Khyber ê ye, wê li tersaneya Îstenbolê bi hevre daxînin ser behrê. Pakistan 4 keştiyan sîparîş dabû Tirkiyê.

Wê Şerîf û Erdoğan li ser têkiliyên duqolî, rewşa herêmê û mijarên ku berjewendiyên her dû dewlet hevparin, biaxifin. Serokwezîrê Pakistanê herî dawiyê di gulan-hezîrana 2022an de seredana Tirkiyê kiribû.