image

PeyamaKurd – Li New Yorkê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya û di civînê de pêwendiyên du alî, rewşa siyasî ya Iraqê û danûstandinên asayîkirina pêwendiyên navbera Îran-Siûdiyê gotûbêj kirin.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî do êvarî li hotela lê dimîne li New Yorkê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Ajansa fermî ya hikûmeta Îranê ragihand, di wê civînê de qala pêwendî û alîkariyên di navbera her du welatan de û rewşa siyasî ya Iraqê hatiye kirin.

Herwiha Îbrahîm Reîsî spasiya Serokwezîr û welatiyê Iraqê kiriye ji bo pêşwazîkirin li ziyaretkarên Çileya Îmam Hisên. Herwiha hêvî xwestiye ku aliyên Iraqî li hev bikin ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz.

Di berdewamiyê de Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, Mistefa Kazimî jî gotiye ku welatiyê Iraqê di derbarê Çileya Îmam Hisên de tenê erkê xwe bi cih anîne. Qala rewşa siyasî ya Iraqê jî kir û sipasiya rol û alîkariyên Îranê kir.

Herî dawî hat destnîşankirin ku di wê hevdîtinê de mijara danûstandinên Îran û Siûdiyê bi navbeynkariya Iraqê jî hate kirin, Îbrahîm Reîsî diyar kir, Îran pêşwaziya çaksaziyê di pêwendiyên li gel Siûdiyê dike, lê bi mercê ku ew pêwendî li ser bingeha wan danûstandinên berdewam bin ku li Bexdayê hatine kirin.