PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di hevdîtina xwe ya ligel ciwanên Bursayê de axivî û bal kişand ser hilbijartinên îsal ên Tirkiyeyê. Erdogan, di axaftina xwe de dîroka pesendkirî ya hilbijartinan jî ragihand.
Erdogan ji bo biryarê, bal kişand ser 10ê Adarê û got, "Em ê di 10ê Adarê de bi awayekî fermî rayeya xwe bi kar bînin û piştî wê jî 60 roj mane. Lijneya Bilind a Hilbijartinê dê vê heyamê binirxîne."
Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, di derbarê dîroka hilbijartinên 2023yan da wiha got:
“Ev ne hilbijartineke pêşwext e, hilbijartinê kişandina pêş e. Tiştê ku tê kirin, ev e. Wekî gaveke din jî ya rast me li vê derê nûkirinek kir. Bi awayê fermî, rayeyeke Serokomar heye. Em ê di 10ê Adarê de vê rayeya xwe bi kar bînin û piştî wê jî 60 roj dem heye. Ez hemd ji Rebê xwe re dikim ku di hilbijartinên ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin de rêhevaltiya we ciwanên me yên bi qîmet ên ku dê cara yekemîn dengên xwe bi kar bînin, kir nesîbê me.”