image

PeyamaKurd- Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, di çarçoveya serdaneke fermî de çû Behreynê. Li gorî agahiyên ji qada fermî hatin ragihandin, ev serdan wekî serdana yekemîn a Serokomarê Îsraîlê ya ji bo Behreynê hatiye tomarkirin.

Piştî peymana ku di sala 2020an de ji bo asayîkirina pêwendiyan hatibû destnîşankirin, serdana yekemîn a ji aliyê Serokomarê Îsraîlê ve ji bo Behreynê pêk hat. 

Isaac Herzog, bi şandeke navên sektorên aborî û pîşesaziyê re di serdana fermî de li Qesra El-Kudaybiye ya li paytexta Behreynê ya Manamayayê, bi Key Hamad bin Îsa El Xelîfe re civiya.

Key Hamad, bi hêviya xurtkirina peywendiyên dualî, bal kişand ser piştevaniya Behrêynê ji aştiyek dadperwer, berfireh û berdewam ku mafên rewa yên gelê Filistînê bike bin saxlemiyê. 

Herzog jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got:

“Li ser xaka Keyîtiya Behreynê, li cem şahê Behreynê guhdarîkirina sirûda me ya neteweyî ya Hatikvayê, gelek dilşewat e. Serdana me girîngiya ku Îsraîl dide têkiliyên bi Behreynê re di nav de hevkariyên di warên berevanî, bazirganî, geştiyarî û jîngehê de nîşan dide. Aştiya me stratejîk e. Ji bo gelên me û hemû gelên herêmê tevkariyê dike. Bi vî awayî hemû welatî dikarin ji fêkiyên aştiyê sûdê werbigirin.”

Hat diyarkirin ku Herzog piştî Behreynê dê serdana Îmaratê jî bike û dê bi Serokê Dewleta Îmaratê û Mîrê Ebû Dabiyê Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehyan re bicive.