image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji bo tevlî Zîrwa Kêşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî bibe çû Dûbaiyê.

Erdoğan li balafirgeha Dûbaiyê ya navdewletî ji terefê cîrigê serokê Îmaratan Şêx Mansur bin Zayid Al Nahyan, balyozê Tirkiyê yê Dûbaiyê Tugay Tunçer û serkonsolê Tirkiyê yê Dûbaiyê Onur Şaylan de hat pêşwazîkirin.

Erdoğan wê di Zîrwê de bi serok û serokwezîrên dewletan re têkiliyên duqolî deyne. Bi Erdoğan re hevjîna wî Emine Erdoğan, wezîrê hawirdoriyê Mehmet Özhaseki, wezîrê gihandinê û avahiyên bingehîn Abdulkadir Uraloğlu, Fahrettin Altun û serşêwirmendê serokkomariyê Akif Çağatay Kılıç hene.