image

PeyamaKurd – Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Koşka Kremlînê bi Serokomarê Îranê re civiya ye.

Îbrahîm Reîsî êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê wek "komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê" nirxand û got, “Li gorî îstatîstîkê di êrîşên Îsraîlê de di her 10 deqîqeyan de zarokek dimire. Divê di zûtirîn demê de ev bombebaran bê rawestandin. Îro ev mijar ne tenê pirsgirêka herêma me ye, pirsgirêka hemû mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê bi lez û bez çareseriyek ji bo vê bê dîtin.”

Reîsî diyar kir, tedbîrên yekalî û pergala bêedaletî ya cîhanê ji bo mirovahiyê bela ye û got, "Em di bûyerên îro li Xezzeyê diqewimin de nîşaneya vê yekê eşkere dibînin. Helbet tiştên li Filistîn û Xezzeyê diqewimin qirkirin e, sûc e, li dijî mirovahiyê. Bi rastî jî zêdeyî 6 hezar zarok ji aliyê Rejîma Siyonîst ve hatin qetilkirin."

"Pirsgirêka hemû mirovahiyê ye"

Reîsî diyar kir, gelek xemgîn e ku Amerîka û welatên rojava piştgiriyê didin van hemû sûcan. Wî got: "Ya ku hê bêtir xemgîn dike, kêmbûna kargêriya rêxistin û rêxistinên navdewletî ye ku divê mafên mirovan biparêzin û ev yek li ber çavên hemû raya giştî ya cîhanê diqewime."

Reîsî eşkere kir, ew dixwazin di civînê de pirsgirêka Filistînê û herwiha pirsgirêkên gelê mezlûm lê xwedî hêz ên Filistînê bên nîqaşkirin û wiha got: "Li gorî îstatîstîkê her 10 deqîqeyan zarokek dimire. Divê di zûtirîn dem de bombebaran bê rawestandin. Îro ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka herêma me ye, pirsgirêka hemû mirovahiyê ye, ji ber vê yekê ev mijar gelekî girîng e. Divê çareseriyeke lezgîn bê dîtin.”

"Hejmara bazirganiya bi Îranê re par zêde bû"

Pûtîn bal kişand ser vê yekê ku têkiliyên navbera Rûsya û Îranê pir baş pêş ketine, Pûtîn got, par qebareya bazirganiyê ya di navbera herdu welatan da ji sedî 20 zêde bû û ji 5 milyar dolarî derbas bû.

Pûtîn amaje bi wê yekê kir, di navbera welatan de projeyên binesaziyê yên mezin hene û diyar kir, niha çêkirina rêya hesinî ya Bakur-Başûr hatiye pêkanîn û got, ew di warê enerjî û perwerdeyê de jî xebatên xwe dimeşînin.

Pûtîn diyar kir, wê di hevdîtinê de li ser rewşa Filistînê jî nêrînên xwe parve bikin.

Pûtîn herwiha destnîşan kir, ew ê vexwendina Serokomar a ji bo Îranê qebûl bikin û diyar kir, ew plan dikin ku di rojên dawî yên meha Kanûnê de li ser avakirina herêma bazirganiya azad di navbera Îran û Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê de peymanekê îmze bikin.