image

PeyamaKurd – Serokê Partiya Teqeddumê û serokê perlementoya Iraqê yê berê Muhammed Habusi li Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku wê ji hûqûqê nereve. Dadgeha Bilind ya Iraqê parlementeriya Muhammed Halbusi daxistibû û wî ji serokatiya parlementoyê girtibû. Halbusi di babetê de got:

“Eger pêwist be dikarim herim dadgehê. Ji hûqûqê re rêz digrim û ez narevim. Derewe ku min bi şîrketa ku pêwendiya wê bi Îsraîlê re heye, peyman girêdaye.”

Bersiva Halbusi li ser pirsa ku ji bo hilbijartinan bi şîrketa Amerîkayê ya ku têkiliya wê bi Îsraîlê re heye ya bi navê BGRyê hat dayîn.

Halbusi got ku li hemberê wî û partiya wî doz vekirine û çûye dadgehê paraztina xwe kiriye. Şîrketa ku Partiya Teqeddumê pê re peyman îmze kiriye, têkiliya wê bi Îsraîlê tine, temamê xebatkarên wê Amerîkîne û Halbusi weha dewam kir:

“Ez û partiya min em her wext li hemberê îşxala Îsraîlê derketin û me li her derê got. Ez niha jî dibêjim ku Îsraîl ne welatekiye û dagirkere. Ez dewleta Fîlîstînê ku payîtexta wê Quds be, destek dikim. Min weke kesayetî xistine hedefa xwe. Ne tenê partiya min lê li Iraqê temamê dezgeyên fermî, siyasî û ewlekariyê bi heman şîrketê re peyman girêdane.”

Parlementerên Iraqê yên bi navên Basim Xazali Kaşan, Faris Taha, Abdulstar Adil, Haydar Nuri Sadık, Suhayb İsmail û Mustafa Muvaffak, li hemberê Halbusi û partiya wî seredana dadgehê kiribûn û gotibûn ji bo hilbijartinê bi bi şîrketa Amerîka re peyman çêkirine û şîrket bi Îsraîlê re têkildare.

Endamê berê yê Partiya Teqeddumê parlementer Leyt ed-Duleymi jî li dadgehê giliyê Halbusi kiribû û gotibû ku Halbusî xwestiye bi zorê dest ji parlementeriyê berde û xwestiye daxwaznamê bi zorê pê bide îmzekirin.

Li gor qanûnên Iraqê; normalîzebûna bi Îsraîlê re sûce û her kesê xwe nêzî Îsraîlê bike, cezayê kiryara wî/wê heye.