
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu, li Başakşehîra Stenbolê dengê da û li ser encamên ku dê derkevin, daxuyaiyek da çapemeniyê.
Zekeriya Yapicioglu, li Dibistana Navîn a Kayaşehîrê Şeyh Şamil a Îmam Hatîp dengê xwe da û piştî dayîna deng, ji bo rojnamevanan axivî û got ku
"Di pergala nû de cara yekem gera duyem a dengdanê tê kirin. Vîna gelê me bi tevahî di sindoqan de bi awayekî herî saxlem xwe nîşan dide û ez hêvî dikim ku vîna ku di sindoqan de derketiye holê, wekî xwe derkeve.
Encam çi dibe bila bibe, divê her kes encama ji sindoqan derkeve, qebûl bike.
Ez bawer dikim ku miletê me bi aqilê xwe yê berfireh, tiştê ku ji bo welêt û miletê me çêtirîn e, binirxîne. Xweda me ber bi ya herî baş ve bibe.”