image

PeyamaKurd-Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP)ê Kemal Kiliçdaroglu, li ser betalkirina konserta hunermenda Kurd Aynûr dogan, rexne li şaredariya Ak Partiyê girt. Kiliçdaroglu, li ser twîttera xwe, strana Aynûr Dogan parve kir.

Bertekên li hember betalkirina konserta Aynûr Dogan a li navçeya Derînceyê ya Kocaeliyê zêde dibin. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi rêya hesabê xwe yê takekesî yê medyaya civakî bertek nîşanî helwesta Şaredariya Derînceyê da û ligel çend gotinên rexnedarî, strana Aynûr Dogan a ‘Dar hêjîrokê’ parve kir.

Kemal Kiliçdaroglu di peyama xwe de wiha got:

“Bi şevê awaz (muzîk) qedexe ye. Ciwan ji KPOPê hez dikin, qedexe ye. Li Şaredariya Ak Partiyê, stranên bi Kurdî qedexe ne. Bila guherîna makezagonekê bînin ku di nav de şahî were qedexekirin. Ev li bejina wan tê. Em azad hatine cîhanê, em ê li vî welatî bi azadî bimirin. Vê bike serê xwe AK Partî. Ji bo îşev, strana ‘Dar hêjîrokê’ xweş lê tê.”

Şaredariya Ak Partiyê ya Derînceyê, îro bi hinceta ku ne guncav e; konserta Hunermend Aynûr Dogan betal kir.