
PeyamaKurd – Daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Joe Biden ên piştî hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Lûtkeya NATO ya Madrîdê ku razîbûna xwe bo firotina balafirên F-16 nîşan dabû, senatorên Amerîkî bertek nîşan dan.
Hejmarek senatorên Amerîkayê yên Komarîparêz ku Nicole Malliotakis û Gus Bilirakis serî dikişînin, rexne li piştevaniya Biden a bo firotina F-16an girtin û xwestin firotina F-16an were rawestandin.
Gus Bilirakis û Nicole Malliotakis, ku bi eslê xwe Yûnan in di daxuyaniya xwe de gotin: "Di dema serdana Miçotakis (Serokwezîrê Yûnanistanê) bo Amerîkayê de, Joe Biden fikarên xwe yên ji ber êrîşkariya Tirkiyê anîn ziman, lê niha bi piştevaniya wî ya bo firotin û modernîzekirina F-16an em şok bûn.”
Senatoran destnîşan kir ku ew bi tundî li dijî ne ku çek û alavên leşkerî yên Amerîkî bo Tirkiyê bên dabînkirin û erka Kongreyê ye di vê mijarê de yekgirtî bin.