image

PeyamaKurd – Şahê Brîtanyayê Charlesê 3yem ku piştî mirina diya xwe Keybanû Elizabetha 2yem bû li Koşka Buckinghamê bi cih bû, sembola nû ya şahîtiya Brîtanyayê parve kir.

Sembola ku ji aliyê Şah Charlesê Sêyem ve hatiye parvekirin, wê li hemû dam û dezgehên fermî yên Brîtanyayê û heta ser pûlên posteyê û belgeyan were bikaranîn.

Sembola nû ya Şahîtiya Brîtanyayê ku hatiye eşkere kirin; ji herfên C ya Charles, R ya şah a bi latînî Rex û 3 pêk tê (C R 3).

Beriya niha sembola şahîtiya Brîtanyayê navê Elizabtha Duyem (E II R) bû.

Hat diyarkirin ku wê sembola nû ya şahîtiyê ji îro pê de li seranserê Brîtanyaya Yekgirtî were bikaranîn.