image

PeyamaKurd - Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan di serdana xwe ya li Gurcistanê de, piştî hevdîtina ligel Seroka Gurcistanê Zurabaşvili de, li ser lênûska rûmetê ya li serokatiya digel îmzeya xwe wêneyê Çiyayê Agirî yê Bakurê Kurdistanê jî xêz kir ku Ermenistan wek erda xwe dide nîşandan.

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan 15ê Nîsanê serdana Gurcistanê kiriye û li gel serokomara Gurcistanê Salome Zurabişvili hevdîtinek pêk anî û piştre jî lênûska rûmetê ya li Serokatiya Dewletê îmze kir.

Serokomarê Ermenistanê di lênûskê de wiha gotiye, “Ez dixwazim kêfxweşiya xwe derbibirim li ser vexwendina Serokomar Salome Zurabişvili. Ez piştrast im ku ev wêne dê peywendiyên gelên Ermenî û Gurcî bihêz bike û di sûda nifşên bê de be.”

Serokomara Gurcistanê jî ew rûpela ku Sarkisyan wêneyê çiyayê Agirî li ser danîbû li ser medya civakî belav kir û got, “Dostaniya gelên Ermenî û Gurcî.”

Piştî vê parvekirinê li Tirkiyê jî gelek bertek hatin nîşandan ku Tirkiye jî bakurê Kurdistanê wekî erda xwe dibîne. Herwiha di nav Kurdan de jî bertek têne nîşandan ku Çiyayê Agirê beşek ji Kurdistanê ye.