image

PeyamaKurd – Serokê muxalefeta mezin ya Erebên Iraqê Muqteda Es- Sadr, li ser ‘civîna netewî’ ya di bin serpereştiya serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî de hat kirin, weha got:

“Ti vateya wê civînê tine. Piraniya kesên tevlî civînê bûn tenha li berjewendiyên xwe difikirin.”

Lîderê ku di bin serokatiya Sadr de ye û bi navê ‘wezîrê Lîder’ tê zanîn, Muqteda Es- Sadr di ser hesabê wî de daxwuyaniyekî da û got fêda wê civîna ku gelek kes tê de beşdar bûne tineye û weha dewam kir:

“Civîna diyalogê di babeta xizmeta parastina şerefa xelkê, bendeyên xelkê û di xizmeta xelkê de tiştekî îfade nekir. Piraniya kesên tevlî civînê bûn armanca wan parastina kursiyên wan e. Şoreşa me dixwaze ku ew dev ji kursiyên xwe berdin.

Xelkê Iraqê ji bo siyasetmedarên niha serî danayne. Ew civînên we yên bi dizî me eleqedar nakin. Ti xêrekî di civînên we yên diyalogê de tine.”