image

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Berevaniya Rusyayê İgor Konaşenkov, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku wan, li herêma Harkivê; cihê bi navê Udi kiriye bin kontrola xwe.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin ku li herêma Donetskê, ji aliyê artêşa Rus ve êrîş hatine kirin. Konaşenkov da zanîn ku ji bilî desteserkirina Udiyê, wan êrîş biriye ser hêzên artêşa Ukraynayê û di encamê de 40 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin, 9 maşînên leşkerî hatine jinavbirin.

Li gorî ragihandina Konaşenkov, li herêma Hersonê jî êrîş çêbûye û li wê derê jî 35 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin, 15 maşînên zirxî û maşînên rojane hatine jinavbirin. Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Donetskê jî nêzîkî 200 leşker hatine kuştin û 15 maşîn hatine rûxandin.

Konaşenkov da zanîn ku şerê wan ê li herêmê, bê navber dewam dike û îstasyona radarê ya Ukraynayê, 4 embarên cebilxaneyan, 9 navendên rêvebirinê û 2 balafirên bêmirov jî hatine jinavbirin.

Daneyên giştî hatin parvekirin

Di agahiyên hatin parvekirin de hat eşkerekirin ku ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê ve li Ukraynayê 267 balafir, 148 helîkopter, 1738 balafirên bêmirov, 365 pergalên parastina hewayê, 4 hezar û 303 tanq û maşînên zirxî, 798 roketavêj, 3 hezar û 298 obus û topên hawanê û 4088 maşînên leşkerî hatine jinavbirin.