image

PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîrê Rusyayê Aleksandr Novak diyar kir ku ew ê neft û berhemên neftê nefiroşin welatên ku buhayên tavanê bi kar tînin.

Aleksandr Novak, di qenala fermî ya Rusyayê Rossiya-24ê de peymana welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo sepandina nirxê 60 dolaran a her bermîleke petrola ku bi rêya deryayê ji Rusyayê tê şandin, nirxand.

Novak bal kişand ser wê yekê ku Rusya dê li gorî şert û mercên bazarê neftê bifiroşe û got, 

"Her çend em neçar bin, hilberîna xwe ya petrolê kêm bikin jî em ê tenê neft û hilberên neftê bifiroşin welatên ku bi me re di şert û mercên bazarê de dixebitin.

Novak amaje bi wê yekê kir ku sepandina nirxê tavanê ya rêgezên bazarê binpê dike û got,

"Hikûmeta Rusyayê gelek caran tekez kiriye ku ev biryar li dijî bazarê ye û hikûmeta Rusyayê gelek caran kirpandiye ku ev biryar li dijî hemû rêgezên Rêxistina Bazirganiya Cîhanî (WTO) ye.

Novak da zanîn ku ew li ser mekanîzmayên qedexekirina bikaranîna alavên buhayê tavanê dixebitin û ew wisa difikirin ku ew ê ev buha rê li ber bêîstîkrariyê, kêmbûna çavkaniyên enerjiyê û kêmbûna razemeniyan veke.