image

PeyamaKurd – Îstîxbarata Rûsyayê ya Federal FSB bi sedema ku sirrên dewleta Rûsyayê dide Çînê, Dmitri Kolger ku doktorê zankoya Novosibirskê yê labaratuwara teknolojiya optike û ku hem doktorê fîzîk û matemetaîkê ye, li nexweşxanê tedawiya kanserê ya dewra 4 em didît, xist binçav. Îstîxbarat di heman wextê de li mala wî jî geriya, dest danîn ser dokumentên şexsî. Ragihandina yekem ji kurê wî Maksim Kolger hat kirin.

Maksim Kolger ragihand ku nahêlin parêzerê wî pêre têkiliyan deynin û ragihand ku bavê wî bi dayîna sirrên dewletê yên Rûsyayê ku dide Çînê tê tewankirin. Piştî temambûna îfadeyan, wê di dadgehekî Moskovayê de bê darizandin.