image

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya federasyona Rûsyayê qedexeyê danî ser 963 hemwelatiyên Amerîkayê ku di nav wan de serokê Amerîkayê Joe Biden û wezîrê karên derve Antony Bliken jî hene.

Lîsta qedexeyan di malpera fermî ya wezareta karên derve ya Rûsya de hat belavkirin. Kesên navên wan di lîstê de hene, ew kesin ji ber ku dijminahiya Rûsyayê dikin û li hemberê Rûsya ne. Di nav lîstê de serokê CIA yê William Burns jî heye. Rûsya weha ragihand:

“Rûsya naxwaze rû bi rû bibe û her wext ji xelkê Amerîkayê re rêz digre. Rûsya, xelkê Amerîkayê ji rêvebiriya ku dijminahiya Rûsyayê dike cuda dike û her wext ji bo kesên rast û durist, li ser bingeha rêzgirtine ji bo diyalogê amade ye.”