image

PeyamaKurd – Piştî Almanya ji bo xebatkarên îstîxbarata Rûsyayê sînor danî, Rûsya ragihand ku wê jimara xebatkarên dîplomatîk yên Almanyayê li Rûsyayê kêm bike. Li ser mijarê wezareta karên derve ya Almanyayê weha got:

“Ji meha hezîranê û pêde sînorê ku ji aliyê Rûsya de hatiye danîn, wê kêmasiyê bixe hebûna me ya li Federasyona Rûsyayê. Li gor vê biryarê; Almanya wê li Rûsyayê hebûna xwe ya dîplomatîk dewam bike û girînge ku dîplomatên çandê di asta herî kêm de, hebûna xwe li wî welat dewam bike.”