image

PeyamaKurd – Dozgeriya Ûkraynayê ragihand ku li herêma Donetskê li navça Bakhmûtê Rûsya êrîşên bombeyî anîne ser xelkê navçê, di êrîşê de 7 kes mirine û 6 kes birîndar bûne. Dozgerî ragihand ku bi sedema êrîşan li deverê şewat derketiye, dagirker li dukkan, xanî û avahiyên bilind xistine. Bi kuştî û birîndaran re xaniyên hilweşiyane zêde ne û şewata li bajêr dewam dike.

Hem Ûkrayna Rûsyayê sûcdar kir ku bi sîlihên BM-27 Uraganan yên pirlûle li sîvîlan xistiye.