image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi sedema civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivand. Lavrov ragihand ku nasîna Talîbanê ya navdewletî niha di rojevê de nîne û wê di 29 ê êlûnê de serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di hevdîtinê de li ser mijara Idlibê biaxifin.

Lavrov, li ser vekişîna Amerîkayê ya ji Afxanistanê ya bilez got ku Amerîka gelek sîlihên giran li wê derê hiştiye û hêvî dike ku bi armancên xerab nên bikaranîn. Lavrov got ku bi Talîbanê re di nav têkiliyan de ne û bende ne ku hukumet sozên daye bicîh bîne û niha di rojevê de nasîna Talîbanê di asta navdewletî de, ne di rojevê de ye.

Liser mijara Idlibê Lavrov weha got:

“Di navbera serokê Rûsya û serokkomarê Tirkiyê de peymanekî taybet heye. Tirkiye berpirsiyariya cudakirina muxalifên normal û terorîstan girt ser xwe. Diviya vêya zûtir bibûya lê nebû û hêdî dimeşe.”

Lavrov got ku li Sûriyê bi Amerîka re mekanîzmayekî ku arişeyan kêm bikin danîne û bikêr hatiye. Lavrov ji bo bi Îranê re hevdîtinên peymana nukleerî ji aliyê Amerîka de destpêbike, divê Amerîka hinek din bi aktîf be