image

PeyamaKurd –Li ser tehdîdên Rûsyayê dewleta Îsweç û Fînlandiyayê biryarê dabûn ku bibin endamên NATO yê lê Tirkiye şertan dabû ber wan ji bo endamtiya wan ya NATO yê erê bike. Li ser mijarê hevdîtin di navbera her sê dewletan de çêbûbûn û Tirkiye şertên xwe danîbû ber wan. Her dû dewlet jî şertan qebûl kiribûn. Ji bo dewama civînan bibe, herkes bendebû ku roja civînê aşkera bikin.

Hat ragihandin ku civîna navbera her sê dewletan wê di 26 ê tebaxê de li Fînlandiya çêbibe. Ragihandin ji aliyê wezîrê karên derve yê ji aliyê Fînlandiyayê Pekka Haavisto de, di televizyona Îsweçê ya bi navê SVT de hat kirin.

Wezareta karên derve ya Îsweçê jî eynî weka Fînlandiyayê roja 26 ê tebaxa 2022 an destnîşan kir.