image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di çarçoveya agirbesta 4 rojî ya navbera mirovî de, Hemasê hejmarek dîlên 7ê Cotmehê ji Îsraîlê hatibûn revandin, radestî Heyva Sor a Navdewletî kir.

Di çarçoveya agirbesta bi navbeynkariya Misir û Qeterê, di navbera Îsraîl û Hemasê de hatiye kirin de, îro 39 Filîstînîyên girtî li Îsraîlê û 12 ji wan rehîneyên Taylandî 13 kesên di destê Hemasê de têne berdan.

Li gorî nûçeyên dawî, 12 dîlên Taylandî ku di êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê de ji Îsraîlê hatibûn revandin, radestî Heyva Sor hatine kirin û dê bi ser Misirê re radestî Îsraîlê bên kirin.

Hate diyarkirin ku piştî berdana Îsraîliyan bi demeke kurt dê 39 Filîstînîyên jin û zarokên girtî werin berdan.