image

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Hundir ên Îranê Ehmed Wehîdî, di derbarê mirina jina Kurd Jîna Emînî de daxuyaniyek da û ragihand ku ew ê bi awayekî cidî şopdarên mijarê bin û ew ê bi hemû hûrgiliyan, bûyerê lêkolîn bikin.

Ehmed Wehîdî, bi rêya bernameyeke televîzyonê, li ser bûyera mirina jina Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî (Mehsa Emînî), daxuyaniyeke dorfireh ji bo raya giştî da û ragihand ku ew ê şopdarên bûyerê bin.

Wezîrê Rejîmê Wehîdî, di axaftina xwe de bal kişand ser raporta Tiba Edlî û dema spartina axê ya jina Kurd û got,

“Rewş, ne wisa ye û ev yek her dem pêk tê ango bijîşk, mînakên ku jê re hewce ye digire û destûra binaxkirinê jî ji aliyê Tiba Edlî ve tê dayîn û niha jî Tiba Edlî ev destûr daye. Ji bo vê, divê sedemên tekûz ên tibî werin pêşkêşkirin. Lewra li gorî ku tê dîtin, berê jî pirsgirêkên rehmetiyê yên tibî hebûne. Helbet ji ber ku raportên Tiba Edlî nehatine temamkirin, ne pêkan e em nêrîneke teqez pêşkêş bikin.

Lê belê pirsgirêkên wê yên tibî hebûne û Emînî di 5 saliya xwe de ji mêjiyê xwe hatiye emeliyetkirin. Ev yek jî dê di rojên pêş de ji aliyê saziyên fermî ve werin eşkerekirin.”

Wezîrî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku

“Kar, li gorî prosedurê hatiye kirin ango bingeha kar êdî ne pirsgirêk e, mesele êdî ev e ku di prosedurê de şaşitiyek heye yan na. Hemû hewila me ew e ku em kontrol bikin bê ka di vê bûyerê de kirariyek dijhiqûqî çêbûye yan na. Ji bo ku em di vê mijarê de darazeke tekûz û rast bikin, divê heta encam bên eşkerekirin, em rawestin.”

Li aliyên din çalakiyên li ser protestokirina bûyerê berdewam dikin. Hat ragihandin ku partîyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, dê sibê (19ê Îlonê) li seranserê bajarên Rojhilat, çalakiya mangirtinê bidin destpêkirin.