PeyamaKurd- Ji aliyê Kompaniya Rapirsiyê ya Yoneylemê ve rapirsiya dawîn a li ser hilbijartinên pêş ên Tirkiyeyê hat parvekirin. Li gorî rapirsiyê, dengên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan kêm bûne û gelek kesan jî gotiye ku Tirkiye baş nayê rêvebirin.
Rêvebera Lêkolîna Yoneylem Derya Komurcu, di derbarê rapirsiyê de daxuyaniyek da û bi rêya daxuyaniyê, encamên dawîn parve kirin.
Di rapirsiyê de hem pirsên ji bo dengdayîna Erdogan hem jî ji bo rêvebirina Tirkiyeyê hatine pirsîn.
Pirsên rapirsiyê bi vî awayî ne:
“Di hilbijartina 2023yan de heger Erdogan careke din bibe berendamê Serokomariyê, hûn ê deng bidinê yan na?
ji %58.4ê beşdaran gotiye “em qet nadin” ji %30.7ê beşdaran gotiye “Em ê dengê xwe bidin Erdogan” û ji %9.2yê beşdaran jî gotiye “em bê biryar in”
Li ser pirsa, “Tirkiye çawa tê birêvebirin” jî ji %63.7ê beşdaran gotiye “Ne baş e” ji %23.1ê beşdaran gotiye “Baş e” ji %12.4 beşdaran jî gotiye “Ne baş e ne jî xirab e” û ji %0.9ê beşdaran jî gotiye “Em nizanin”.
Di derbarê rewşa aboriya Tirkiyê de jî pirsa “Herî baş kî dikare aboriyê birêve bibe” hatiye pirsîn.
Di encamê de ji %46.3yê beşdaran gotiye “Opozîsyon” ji %35ê beşdaran gotiye “desthilat” ji %10.2yê beşdaran gotiye “Tu kes nikare” û ji %4.8ê beşdaran gotiye “Ez bê biryar im” her wiha ji %3.6 beşdaran jî gotiye “Ez nizanim”