
PeyamaKurd – Kompaniya rapirsîyan MetroPOLL a Tirkiyê encamên rapirsîna xwe ya dawî ya meha Îlonê eşkere kir.
Li gorî encamên hevdîtinên li 28 bajaran bi 2 hezar û 119 kesan re hatine kirin, hatiye ragihandin ku AKP wek partiya yekem, CHP duyem û HDP jî sêyem derketiye.
Serokê Lêkolînên MetroPOLLê Ozer Sencar, li ser twitterê eşkere kir ku li gorî encamên rapirsîna dawî, Tifaqa Cumhur 36,9%, Tifqa Milet jî 31,9% derketiye û rêjeya dengan a partiyan wiha derketiye:
AKP: 29%
CHP: 21.4%
HDP: 12%
İYİ Parti: 10.5%
MHP: 7.9%
DEVA : 1.2%
Piştî belavkirina dengên bêbiryar jî rêjeya dengan wiha derketiye:
AKP: 33.6%
CHP: 24.8%
HDP: 13.9%
İYİ: 12.2%
MHP: 9.1%
DEVA: 1.4%