image

PeyamaKurd- Ji aliyê Serokê Saziya Hilbijartinên Bilind a Tirkiyeyê (YSK) ve hat ragihandin ku saet ji 18:15an û pê ve qedexeya weşanê ya li ser Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê hatiye rakirin.

Li ser rakirina qedexeyan a weşanê, ji aliyê nûçeyan ên Tirkiyeyê ve jî daneyên destpêkê hatin parvekirin.

Li gorî daneyên destpêkê yên ANKAyê, ji % 55,7ê sindoqan hatine vekirin û namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu ji % 51,04; namzedê Tifaqa Cûmhûr Recep Tayîp Erdogan ji % 48,96ê dengan girtine.

Li gorî daneyên destpêkê yên Anadolu Ajansi (AA) jî ji % 55.1 sindoqan hatine vekirin, Recep Tayîp Erdogan ji % 56,36; Kemal Kiliçdaroglu jî ji % 44,2yê dengan girtine.