PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Naftali Bennett diyar kir ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di destpêka şer de soz daye ku ew ê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy nekuje.
Naftali Bennett, di vîdeoya ku duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir de ev agahî dan:
"Min dizanibû ku Zelenskiy di nav stargehekê de din bin gefê de ye. Min ji Putin pirsî ‘Gelo tu difikirî ku Zelenskiy bikujî?’ Wî bersiva min da û got, ‘Naxêr, ez ê Zelenskiy nekujim.’”
Bennett diyar kir ku ji bo piştrast bibe, wî careke din heman pirs pirsiye û wiha got,
"Min jê re got, 'Divê ez fêm bikim. Tu sozê didî min ku tu yê Zelenskiy nekujî?' Putin, dubare kir: "Ez, Zelenskiy nakujim."
Serokwezîrê berê yê Îsraîlê got ku wî piştî hevdîtina 3 saetan a bi Putin re ji Zelenskiy re telefon kiriye û wiha got;
"Min ji Zelensky re got, 'Ez nû ji civînekê derketim. Putin dê te nakuje.” Zelensky ji min pirsî, 'Tu ji vê yekê serwext î?’ Min jê re got, 'Ez ji % 100 serwext im ku Putin te nakuje.' Piştî 2 saetan, Zelenskiy çû ofîsa xwe û selfie kişand û got 'Ez natirsim.’”