image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimir Putin qanûna kesên ji seferberiyê birevin îmze kir û cezayê wan girantir kir. Kesên ji seferberiyê birevin wê karibin heya deh salan ceza bidin wan. Hefteya borî Putin ragihandina seferberiyê kiribû û hemwelatiyên Rûsyayê heya herin cephe û bi leşkerên Ûkrayna re şer bikin, direvin derveyê welat. Ji hefteya borî heya niha balafirgehên navdewletî û ser sînorên welatên cîran ji revokeyên seferberiyê tije bûne.

Li ser mijara reva ji seferberiyê, parlementoya Rûsya qanûnekî amade kir û serokê Rûsya Putin qanûnê îmze kir. Li gor ragihandina Kremlînê; kesên neçin teslîmê yekîneyên xwe yên diyarkirî nebin, dikarin heya deh salan cezayê zîndanê bidin wan.

Kesên cara ewilî sûc bikin ji 1 mîlyon Rûble heya 3 mîlyon Rûble ceza didin wan. Yê dubare bike ji 8 salî heya 10 salan cezayê zîndanê dê karibin bidin wan.

Di qanûn de hat danîn ku kesên biyanîne û di artêşa Rûsya de wezîfedarin, ji bo bibin hemwelatî wê ji bo wan hêsankarî çêbikin. Her kesê di artêşê de ye û biyanîne, bê ku îqametgahê bistînin, dê karibin bibin hemwelatiyên Rûsyayê.