image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, berî hevdîtina rûbirû ya 16ê Hezîranê li Cenevê bi Serokê Amerîka Joe Biden re ji medya Amerîkayê re axivî.

Pûtîn di hevpeyvîna ligel kanala NBC de, behsa pêwendiyên Rûsya-Amerîkayê kiriye û gotiye, tevgerên Biden ji yên serokê berê Donald Trump bêhtir têne pêşbînîkirin û daye zanîn ku Biden zêdetirê temenê xwe bi siyaseta Washingtonê derbas kiriye.

Pûtîn herwiha li ser gotina Biden a peyva ‘qatil’ bo wî bi kar anîbû jî Joe Biden şibandiye karakterê Hollywoodê û gotiye, ‘Mêraniya Hollywoodê’ dike û ew peyv wekî heqareta li gelê rûsî nîşan da.

Pûtîn li ser pirsekê red kiriye ku Rûsya sîstema peykên pêşketî yên sîxuriyê dide Îranê û ew nûçe wekî derew bi nav kiriye.

Hêjayî gotinê ye, çav li rê ye di hevdîtina Pûtîn-Biden a 16ê Hezîranê gelek mijarên hesas û girîng ên navbera herdu welatan werin gotûbêjkirin ku Joe Biden ragihandibû ku wê bi berfirehî li ser pêwendiyan rawestin.