
PeyamaKurd – Proja veberhênana rêyên otoyan û rêyên hesin hat ragihandin. Bihayê projê 17 milyar dolare. Tê gotin ku ev proje pêk were wê bibe raqibê Kanala Suweyşê û dikare mêzêna Rojhilata Navîn biguhêre. Li gor proje; wê lîmana Fawê ya li başûrê Iraqê bi rêyên oto û rêyên hesin bi Tirkiyê re bê girêdan. Hem proje wê gelek bajarên orta Iraqê bi hev re girêde. Ragihandinna xeberê ji aliyê ajansa BBC yê de hat ragihandin.
Iraq dixwaze bi vê projê aboriya xwe xwurt bike û para xwe ya bazirganiyê ji navbera Asya-Awrûpayê hilde. Lîmana Fawê ku dikeve başûrê Iraqê ser bajarê Basrayê, wê bi rêyan raste rast here Tirkiyê û ji rêya transît ya Awrûpayê par hilde. Rêvebirê giştî yê şîrketa lîmanên Iraqê Ferhan el Fartusi, projê bi ‘rêya geşepêdanê’ binav kir û got ev rê, wê ne tênê bar û rêwiyan hilbigre lê wê gelek herêmên Iraqê bi hev re girêde.
Hukumeta Iraqê dixwaze bi vê projê deverên sanayiyê û bajaran bi trênên ku di seetê de 300 km rê diçin, bi hev re girêde. Trênên ku petrolê hildigrin tenê rojê yek carekî dikare ji Bexdayê here Basrayê. Trêna di şevê de hereket dike, rêya 500 km yî dikare di 10-12 seetan de here. Fartusi ragihand ku înşaata lîmanê 10 sal berê destpêkiriye û nîvê wê qediyaye. Di van şertan de lîman îsal dibe biqede lê ji ber nav Iraqê tevliheve, dewama projê gelek zahmete.
Rêvebir radigihînin ku salekiye li Iraqê îstîqrar heye û eger lezê bidin proje, dibe ku proje di sala 2029an de biqede.