image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa fermî ya Erebistana Si’ûdiyê serokwezîrê Almanya Olaf Scholz seredana Erebistanê kir û li bajarê Cidde li qesra Es-Selam bi prens Muhammed Selman re hevdîtin kir. Her dû lîder di hevdîtinê de li ser mijarên herêmê û navdewletî axifîn. Mijara têkiliyên navbera her dû dewletan, mijarên hevpar bû û vizyona 2030an ya Erebistana Si’ûdiyê mijarên hevdîtina wan bûn.

Piştî hevdîtinê serokwezîrê Almanya ji Erebistanê çû. Serokwezîrê Almanya tenê ji bo 2 rojan plana seredana Erebistanê, Îmarat û Qatarê kiribû û di wê çarçoveyê de seredana Erebistanê, bajarê Ciddeyê kir.

Almanya di mijara enerjiyê de bi taybetî di ya xazê de di zorê de ye ji ber Rûsya xaza wan biriye. Li Qatarê xaza cemidandî tê firotin û dibe sedema seredana wî ya Qatarê ew be.