image

PeyamaKurd – Serokê grûba çep a Parlementoya Hambûrgê Cansu Özdemir jî di nava wan de, grûbekî ku dixwestin herin Hewlêrê, li balafirxana Dusseldorfê çûna wan ji aliyê polîsên Almanya de hat astengkirin. Grûba ku dixwest here Herêma Kurdistanê ji 20 kesan pêkdihat û di nava wan de nûnerên sendîkayan, çalakvan û şaredarê berê yê Sûr a Diyarbekirê Abdullah Demirbaş hebûn.

Endamên şandê ragihandine ku dixwazin di navbera aliyên Kurdî de diyalogê pêkbînin lewra xwestine herin Herêma Kurdistanê lê polîsên Almanyayê rê li ber wan girtiye. Serokê grûba çep Cansu Özdemir ragihandiye ku çend siet di nav odeyeka bê pencere de hatine girtin û weha gotiye:

“ Ev jî îspata berçav e ku hikumeta Almanyayê naxwaze li Kurdistanê aştî pêk were. Dixwaze şer girantir bibe û zirar negihêje bazirganiya wan a çekan a bi Tirkiyê re. Armanca şandê ew e ku diyalogekî xurt di navbera terefên Kurd de ava bikin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hevseroka Koma Partiya Çep Sabine Boeddinghaus bi polîsên federal ên Almanya re têkilî daniye û polîsan jê re gotine:

“Armanca rawestandina wan, pêşîgirtina li bikaranîna mertalên mirovî yên PKK ê ye û da ku bandorê li têkiliyên navbera Almanya û Tirkiyê nekin."

Sabine Boeddinghaus di axaftina xwe de gotiye:

“Em ji ber hêzên ewlekariyê yên Alman ku rê li ber şandekî siyasiya ku di nav de parlamenter hene girtine û wek sûcdaran miamele ligel wan kirine û xemgîn in.”

Şaredarê berê yê navçeya Sûrê Abdullah Demîrbaş jî helwesta Almanyayê şermezar kir û got ku armanca wan ew e ku ew dixwazin aliyên Kurdî bi diyalogê nakokiyên xwe çareser bikin û got:

“Armanca me ev e ku nakokî kûr nebe û em dixwazin hin hevdîtinan bikin. Hêzên ku çûna me asteng dikin, dixwazin ku Kurd di sedsala 21 an de bêstatu bimînin û careke din axa Kurdistanê were dagirkirin. Em careka din bang li rêzdar Mesûd Barzanî, Serokkomarê Iraqê Behram Salih, hemû hêzên Kurdan,  mirovên aqilmend û partiyan dikin ku bila pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.”

Polîsê Almanyayê jî ragihandiye ku derbarê hin kesên di nav koma navborî de, lêpirsîn dane destpêkirin û weha diyar kiriye:

“Li gorî paragrafa 46, xala 2 ya; yasaya nîştecibûnê, rêgirî li ber koma dixwest here Iraqê hat girtin. Qedexeya geştê heta 12 ê Tîrmeha 2021 ê li ser wan dê hebe. Li gor pêdeçûnên me, komên Kurd ên nêzîkî PKK ê dixwazin li hemberî hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê weke mertalên zindî dest bi çalakiyan bikin.”

Heya niha di çapemeniya PKK ê de dihat gotin ku hevalên wan yên navborî li balafirgeha Hewlêrê hatine desteserkirin lê rêvebirê balafirgeha Hewlêrê do ragihand ku ev 2 roje ti balafirekî ji Almanya neçûye Hewlêrê.

Hem hukumeta Almanya heya 1 ê tîrmehê nahêle ku yek hemwelatiyekî wan here deverên ku nexweşîna pandemiyê lê heye û ev qanûneka îdarê ye.