
PeyamaKurd – Rêxistina welatên petrolê OPEC û welatên di derveyê OPEC ê de biryarê dan ku rojane li sernaserê dinyayê hilberîna petrolê 2 mîlyon varêl kêmtir bikin û li ser mijarê daxwuyanî ji Koşka Sipî hat dayîn. Di dinyayê de eger hilberîna petrolê dakeve, bihayê petrolê li seranserê dinyayê zêde dibe. Do, Koşka Sipî ragihandibû ku wê ji petrola rezerv ya stratejîk nefroşin bazarê lê piştî OPEC+ biryara daxistina hilberîna petrolê da, Koşka Sipî ragihand ku wê ji petrola rezervê 10 mîlyon varêl bifroşin bazara xwe.
Şêwirmendê netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan û rêvebirê darayî yê netewî Brian Deese bi hevparî daxwuyaniyekî nivîskî dan û weha gotin:
“Serok Joe Biden, bi aboriya kureyî re û bi encama îşxala Ûkraynayê ya neyînî re ku ji aliyê Rûsya de hat kirin re têdikoşe û grûba OPEC+ biryara xerab ya daxistina helberîna petrolê da û xeyalên me şikand.
Di van deman de, çavkaniyên enerjiya global ji bo dinyayê mijarekî heyatiye û kêmkirina biryara hilberîna petrolê wê bandoreka neyînî li ser welatên dahata wan kêm û orte bike. Ji destê me çiqas were êm ê bihayê benzînê daxînin û li ser fermana Biden, di meha pêşiya me de, em ê ji rezervên stratejîk 10 mîlyon varêl petrolê bidin bazarê.”