image

PeyamaKurd – Hat ragihandin piştî agirbesta Tevgera Talîbanê ku ji bo 3 rojên cejnê ragihandibû, li Afganistanê di navbera hêzên hikûmetê û Talîbanê şer ji nû ve dest pê kiriye.

 Berdevkê leşkerî yê Afganistanê û rayedarên herêmî dane xuyakirin ku li paytexta wîlayeta Helmend Leşkerqahê di navbera tevgera Talîban û hêzên hikumeta Afganistanê de şerekî dijwar rû daye ku Amerîkayê hêzên xwe 1ê Gulanê ji wir vekişandibûn.

Herwiha serokê encîmena wîlayeta Helmend Atallah Efgan ji AFPê re diyar kiriye, “Şer vê sibehê dest pê kir û hîna dewam dike.”

Efgan got ku çekdarên Talîbanê êrîşî xalên kontrolê yên li derdora Leşkerqahê û herêmên din kirine.