image

PeyamaKurd – Pakistan û Îran ji bo peymana bazirganiya serbest biryarê dan ku peymanê di nav 6 mehan de temam bikin. Biryar di civîna 21 em ya Komîsyona Aboriya Hevpar ya Îran-Pakistanê de hat dayîn. Piştî civîna komisyona her dû dewletan, wezîrê bazirganiyê yê Pakistanê Seyîd Nawîd Kamar û wezîrê rê û şaristaniyê yê Îranê Rostem Qasimî li payîtexta Pakistanê li Îslamabadê derketin ber çapemeniyê.

Kamar, ragihand ku peymana di navbera her dû dewletan de hat îmzekirin, peymana bazirganiya serbest e û wê di nav 6 mehan de şeklê herî dawiyê bidinê. Kamar got bi peymanê re bende ne ku hecma bazirganiya navberaher dû dewletan de bigihê 4 mîlyar dolarî. Wê di nav 3 mehan de peymanekî bê îmzekirin da herêmeka serbest ya aboriyê di navbera her dû welatan de bê avakirin û wê ji bo bazirganiya transît be. Wê di çarçoveya teşwîqa bazirganiya sînor de 6 bazar li ser sînor bên danîn û ji bo 3 ciyan dest bi xebatê kirine.

Piştî civîna 21 em, 4 peyman hatin îmzekirin ku di warê hevkariya deryayî, medya, tûrîzm û muzeyên netewî de ne.