image

PeyamaKurd- Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî, di serdana xwe ya li Ermenîstanê de li ser pevçûnên navbera Ermenîstan û Azerbaycanê axivî û da zanîn ku pêşî Azerbaycanê êrîş dane destpêkirin.

Nancy Pelosî, di serdana xwe ya Êrîvanê de eşkere kir ku pêşî Bakuyê êrîş dane destpêkirin û bi vê hincetê jî bertek nîşanî rêveberiya Azerbaycanê da.

Pelosî di nirxanidinên xwe de Azerbaycanê wekî berpirsiyarê van pevçûnan nîşan da û got,“Ev êrîş, ji aliyê Azeriyan ve hatin destpêkirin, divê ev bê zanîn.”

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aliyê Ermenî  ku wekî mutefîkê Rusyayê tê zanîn, piştgiriya xwe ragihand û da zanîn ku wê guhdariya pêdiviyên berevaniyê yên Êrîvanê kiriye û li ser şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycanê jî got ku “têkoşîna navbera demokrasî û otokrasiyê ye.”