image

PeyamaKurd – Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ku şevaborî gihîş paytexta Ermenistan Erîvanê, ragihand ku ew êrîşên ser sînorê Ermenistanê yên Azerbaycanê bi tundî şermezar dikin.

Pelosî got ku ew êrîşên deryasayî yên Azerbaycanê şermezar dikin û diyar kir, “Piştî êrîşên deryasayî yên Azerbaycanê bi ser Ermenistanê de serdana wê ya Erîvanê xwedî girîngiyeke taybet e.”

Herwiha Pelosî destnîşan kir ku pevçûnên li sînor ji aliyê Azerbaycanê ve hatine sorkirin û ew bi tundî şermezar dikin.

Nancy Pelosî got, “Ew di têkoşîna dijî otokrasiyê de, ji bo demakrosiyê li kêleka Ermenistanê ne.”

Piştî daxuyaniyên Pelosî hîn ji aliyê Azerbaycan û Tirkiyê ve daxuyanî nehatine dayîn ku tê çaverêkirin bi van daxuyaniyên Pelosî hêrs bibin.