image

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê, îro 28ê Îlonê piştî du mehan li ser dest ji kar berdana Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî civiya.

Di civîna ku bi tevlîbûna 203 parlamenteran pêk hat de, biryar bû ji bo îstifaya serokê parlamentoyê û cîgirekî nû ji bo serokê parlamentoyê dengdan bê kirin.

Di dendgana li ser îstifaya serokê parlamentoyê Helbûsî de, tenê 12 parlamenteran dengê erê da û îstifaya Helbûsî hat redkirin.

Di rûniştina dûyem de jî dengdan li ser cîgirê yekem yê serokê parlamentoyê hat kirin ku ji ber vekişîna Tevgera Sedir ew post vala mabû.

Di dengdanê de bi piraniya dengan Muhsîn Mandalavî yê parlamentarê serbixwe wekî cîgirê  duyem ê serokê parlamentoyê hat hilbijartin.