image

PeyamaKurd – Parlamentoya Ewropayê (PE) îsal muxalifê Rûs Aleksey Navalny, hêjayî Xelata Sakharov a mafên mirovan dît.

EPPê (Partiya Gel a Ewropayê) ku koma wê li Parlamentoya Ewropayê ye diyar kir, bi dengên komên siyasî yên li PEyê îsal xelata Sakharov didin Navalny.

EPPê di daxuyaniya xwe de da zanîn, ligel Navalny hemû siyasiyên girtî yên li Rûsyayê bêne berdan.

Ji bo dayîna xelatê roja 15ê Berfanbarê, wê li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê merasîm li dar bikeve.

Yekem car di sala 1988an de ev xelat hat dayîn. Wê salê Nelson Mandela (Afrîkaya Başûr) û Anatoly Marchenko (Ûkrayna. Piştî mirina wî ew hat xelatkirin) hêjayî hat dîtin. Dû re dan gelek kesan. Ji Kurdan di sala 1994an de xelat dan Leyla Zana (Zana wê çaxê girtî bû, piştî berdanê xelata xwe girt), di sala 2016a de dan Nadîa Murad û Lamiya Başar.

Navalny kî ye?

Parêzerê, aktîvîst û siyasetmedarê Rûs Aleksey Analtolyeviç Navalny, di sala 1976an de hatiye dinê. 

Ew bi rexneyên ku li Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin kirine tê nasîn.

Kovara The Wall Street Journal, ew wekî "Kesê herî zêde Putin jê ditirse" bi nav kir.