image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan ragihand ku bi Talîbanê re ji bo hukumetekî berfireh ava bike, diyalogê dane destpêkirin. Xan ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir û got bi Talîbanê re li bajarê Dûşanbe ku payîtexta Tacikistanê ye, bi taybetî bi serokkomarê Tacikistanê bi Îmam Alî Rahman re civînekî dûr dirêj kiriye û ji bo li Afxanistanê di nav hukumetê de Tacîk, Hazar û Özbek hebin diyalogê dane destpêkirin.

Xan got ku piştî şerê 40 salan eger kabîne berfireh be û hemû pêkhateyan bixe nava xwe, wê li Pakistanê îstîqrar çêbibe û ev ji bo Afxanistan û herêmê pir baş be. Ragihandina Xan kete piştî civîna Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê (Shanghai Cooperation Organisation). Li Dûşanbe zîrweya serokên dewletên endamên Şangayê hebû û Xan bi lîderên Çîn, Rûsya, Îran û Tacikistanê re hevdîtin kir.

Di hukumeta Talîbanê ya di 7 ê êlûnê de ku hukumeta demkiye, di nav de 30 Peştû, 2 Tacîk û 1 Özbek hebûn. Civaka navdewletî heya niha Talîbanê nasnekiriye û divê hemû pêkhateyên etnîkî û olî di nav hukumetê de hebin, bi taybetî jin.

Di nav hukumetê de wezîrên ku hene etnîsîsteya wan çi dibe bila bibe eger Talîban be nabe. Divê Talîban di derveyê rêxistina xwe de karibe temamê pêkhateyên din qebûl bike.